Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Konferansek li parlemana Otrîşê li jê navê “Salek Şoreşa Jîna”, bi rê ve çû

12:30 - 13 Îlon 2023

Li yek ji holên parlemana welatê Otrîşê li bajarê Viyenê, konferansek li jê navê , “Salek Şoreşa Jîna” ji aliyê Hizba Kesk a Otrîşê ve bi rê ve çû.
Roja Înê rêkevta 17ê Xermananê, konseransek li jêr nave “Salek Şoreşa Jîna”, ji aliyê Hizba Kesk a Otrîşê ve bi rêve çû ku yek ji birêveberê penêla wê konferansê “Mihemed Feqê”, Berpirsê Pêwendiyên Navnetewî ya Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê li vî welatê bû, ku bi fermî ji aliyê Hizba Kesk a Otrîşê ve hatibû banghêjkirin.
Di vê konferansê de çendîn endamên perlemanên Otrîşê û berpirsên Hizba Kesk a Otrîşê herwisa berpirsên mafê mirovî li vî welatî, rojnamenivîs û çalakvanên mafê jinan jî gotar pêşkeş kirin.
Di vê konferansê de Mihemed Feqê Elî li ser rola Kurd û neteweyên din yên di nav şoreşa Jînayê de, herwisa Kurdistan li devedevê salvegera şehîdkirina Jînayê û despêka şoreşa Jin Jiyan Azadî bo beşdarbûyên konferansê axivî.
Di dawiya konferansê de, nûneratiya Hizba Demokrat çendîn amarên cinayetên Komara Îslamî, bi taybetî li wan yek du salên dawî de, bi awayekî çapkirî gihande destê beşdarbûyan û banghêjiya çendîn parlementaran kir ku li rêkevta 16ê Îlonê, li xwenîşandana Kurdistanê beşdarî bikin ku bi vê hilkeftê hatiye rêkxistinkirin.