Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xwenîşandanek li Rojavayê Kanadayê dijî Komara Îslamî ya Îranê birêve çû

11:18 - 1 Çirriya pêşîn 2023

Roja Şemî 8ê Rezbera 1402 a Rojî, bo piştevanî li şoreşa “Jînayê” û bi taybet li salvegera “Îna bi xiwîn” a Zahidanê, bi beşdariya Kurd û Belûç û neteweyên din li Vankovêra Kanadayê xwenîşandanek hate lidarxistin.
Komîteya Hizba Demokrata Kurdistan a Îranê bi beşdariya çalakaneya xwe, wekî xwenîşandanên dine yek ji birêveberên wan xwenîşandanan bû.
Xwenîşandan bi helbestekî bi zimanê Belûçî ji aliyê Xwedabexiş Reîsî, çalakvanê Belûç hate dest pêkirin û piştre peyamek bi zimanê Farsî ji aliyê Zara Husên, li ser Kurdistan û Belûçistanê hate xwendin.
Piştre Kiyumers Beygî ji aliyê Komîteya Hizba Demokrata Kurdistan a Îranê ve, li derheq cînayeta rejîmê li ser Kurdistan û Belûçistanê axivî û got: Zamina Azadiyê li pêşeroja Îranê eve ku deselat di nav bera hemû neteweyên cuda bê cudatî danan dê dabeş be, bo vê ku dubare dîktatorî neyête ser kar.
Piştre çalakvanê Belûç, Hebîbulla Serbazî, ji aliyê Hizba Belûçistan Raçî Tapkî, li ser rewşa Belûçistan û cudahî danan di navbera neteweyên din li Îranê gotarek pêşkeşê amadebûyan kir.
Xwenîşandan bi sirûd û dirûşmdan li dijî rejîma Îranê bi dawî hat.