Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Heyeteke Hizba Demokrat li konferansa salaneya Hizba Kedkaran a Birîtaniyayê de beşdarî kir

11:54 - 12 Çirriya pêşîn 2023

Li ser gazîkirina Hizba Kedkaran a Birîtaniyayê, heyeteke Hizba Demokrat ji 16 heta 19ê Rezberê, beşdarî li konferansa salaneya vê hizbê li bajarê “Lîvêrpûl”ê de kir.

Li 16ê Rezbera 1402 a Rojî, Heyeta Hizba Demokrat ku ji endamê rêberatiya Hizbê “Mewlûd Siware” û nûnerê Hizba Demokrat li Birîtaniyayê “Rizgar Alanî” û endamê pêwendiyan a Hizba Demokrat li Birîtaniya “Hejîr Qadirî” pêk hatibû, beşdarî li vê konferansê de kirin.

Li beşa navnetewî ya vê konferansê de Hizba Kedkaran a Birîtaniyayê piştevanîkirina xwe li Hizba Demokrat û mafên rewa yên gelê Kurd dubare kirin û digel heyeta Hizba Demokrat li derveyî konferansê civînek lidar xistin.

Li vê konferansê de heyeta Hizba Demokrat digel Sekreterê Înternasyonal-Sûsyalîs “Bêndîka Lasî” û serokwezîrê Kosovoyê “Elbîn Kortî” û balyozê wî welatî li Birîtaniyayê  û çendîn balyoz û kesên yekem ên partiyên beşdar li Konferansê, hevdîtin kirin û li digel beşek ji wan civîn pêk anîn.

Heyeta Hizba Demokrat li vê konferansê de li çendîn panelên taybet de beşdarî kirin û digel birêveberê Giştî yê vê rêkxirawê de hevdîtin kirin.