Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê yek ji mezintirîn firoşyarê cebilxaneya erzan e

12:42 - 17 Şibat 2024

Pêka rapora rojnameyeke Amerîkayê, rêjîma Îranê yek ji mezintirîn firoşyarê cebilxaneya erzan li cîhanê de ye û bikirê wan cebilxaneyên erzan, gef li ser Amerîka û hevpêymanên Amerîka li Rojhilata Navîn û cihênê û heta li Ukraynê ye.

Rojnameya Amerîkayê “The Wall Street Journal” li rapora xwe ya li roja 28ê Rênebdanê de belav kiriye ku rêjîma Îranê bi firotina cebilxane bi nirxeke erzan, bûye yek ji mezintirîn firoşyarê cebilxaneya erzan û bikirên wan cebilxaneyan li Rojhilata navîn de bûne gef li ser Amerîka û hêzên hevpeymanî û herwisa bo ser Ukraynê jî bûye gef.

Rêjîma Îranê ku bi nirxa birsîkirina xelkê Îranê hemû hewlên xwe bo berhemanîna çek, diron, mûşek û alavên din ên teqînê dide, bi nirxeke kêm wan cebilxaneyan difroşe û gelek caran jî bi armancên siyasî, geşedan bi terorîzma navnetewî û afirandina fitneyan, bê beranber, cebilxane bo taqim, girûpên terorîstî û neyasayî an milîsên ser bi rêjîma Îranê dişîne.

Belavbûna vê rapora “The wall Street Jornal” li halekêp de ye ku heta niha rêjîma Îranê bi hezaran dironên bombrêjkirî yên cura şahid dane Rûsiyê û li rastiyê de ti dahatek li hember de nazivire Îranê û herwisa milîsên ser bi rêjîma Îranê tevî ku wan cebilxaneyan bê beranber verdigrin, hiqûqê heyvane û alîkariyên malî jî, ji Îranê distînin.