Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîkayê 4 damezrave û 3 kes girêday, bi rêj,ma îranê xistine nava lîstê dorpêçan

12:47 - 17 Şibat 2024

Hejmarek ji damezrave û kesên ku bo veguhastina teknolojî û alavan ji Amerîkayê bo hinek aliyên ser bi rêjîmê wek banka navendî ya rêjîma Îranê, li lîsteyê dorpêçan, zêde kirin.

Wezareta Xezînedariya Amerîkayê kompaniya Enformatîk ku damezraweyeke ser bi banka navendî ya rêjîma Îranê ye û herwisa 2 damezxraveyên rêjîmê li Îmaratê û damezraveyek li Tirkiyê û 3 kes ên bi navên “Abûtalib Necefî, Mihemedriza Xadimî û Pûrya Mîrdamadî” li listê dorpêçan zêde kirine.

Pêka rapora Wezareta Xezînedariya Amerîkayê, kompaniyeke Îmaratê ya bi navê “ABS” alav û teknolojiya Amerêkayê ji çendîn kompaniyên Amerîkayê kirîne û bi awayê nerasterast û bi rêya kesê din, bo rêjîma Îranê şandine û bi direv de gotiye kompaniyên Amerîkayê ku bi xwe wan berhem û alavan bi kar tînin.

Herwisa Wezareta Xezînedariya Amerîkayê ragihandiye, “Abûtalib Necefî” birêveberê kompaniya enformatîk e û kirîna wan berheman li Îmaratê de encam daye û “Mihemedriza Xadimî” jî serokê kompaniya ticarî ya “Ciniral Frîn M Star” ya li Îmaratê ye ku hêsankarî bo veguhastina alavan bo Îranê kiriye û herwisa kompaniya Enformatîk, tayek li Tirkiyê ya bi navê “Têd” heye ku alavan dikire û “Pûrya Mihemedî” jî ku nasnameya Îranî-Feransî heye, li karê kompaniya “Têd de beşdar e.