Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hûsiyên Yemenê, gemiyeke neftkêş kirine armanc

12:56 - 17 Şibat 2024

Gemiyeke neftkên a bi alaya Panama yê, li deryaya Sor de kevte ber êrîşa Hûsiyên Yemenê û xisarek kêm bi vê gemiyê kevtiye lê ti xisareke canî nebûye.

Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihandiye ku roja Înê 27ê Rêbendanê, gemiyeke hilgirê neftê ku ji deryaya Sor ve ber bi Hindistanê ve diço, li deryaya Sor de kevte ber êrîşa mûşekeke Hûsiyên Yemenê û xisar bi vê neftkêşê kevtiye lê ew xisare kêm bûye û ti xisareke canî jî nebûye.

Saziya Ticareta Deryayî ya Birîtaniya û herwisa kompaniya Ewlehiya Deryayî ya Birîtaniyayê “Ambirî” jî ragihandine ku roja Înê êrîşeke mûşekî bi ser gemiyeke neftkêş li deryaya Sor de hatiye kirin û ew gemiye li dema êrîşê de li 133 kîlometriya bajarê qiraxavî yê “Moxa”yê de bûye.

Herwisa kompaniya “Ambirî” ragiahndiye ku ew gemiye bi alaya Panama yê kevtiye ber êrîşê û li dema vê êrîşê de gemiyek li mewdaya 5 kîlometriya vê gemiya neftkêş de bûye ku piştî êrîşê rêya xwe guheriye û rû bi bajarê qiraxavî yê Moxayê ve çoye.

Ew êrîşane tevî hemû huşdarîdanên cîhanî bi Hûsiyên Yemenê, her berdewam in û bi çek û cebilxaneya rêjîma Îranê têne kirin û rêjîma Îranê datayên wan gemiyan û zanyariyên bi roj li ser wan gemiyan dide Hûsiyan.