Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê 15 heyv e ku welatiyekî Kurd bê serûşûn kiriye

11:13 - 18 Şibat 2024

Piştî derbasbûna 15 heyv ji binçavkirina welatiyekî xelkê Bokanê ku li pêvajoya şoreşa “Jin Jiyan Azadî”yê de bi birîndarî hatibû binçavkirin, bêserûşûn kiriye û tevî hemû lipeyketinên malbata wî, qedera wî nerohn e.

Pêka rapora Ajansa Mafê Mirovî ya “Kurdpa”yê, piştî derbasbûna 15 heyv ji binçavkirina welatiyê Kurd bi navê “Osman Mame” ku ji aliyê hêzên wezareta Îtilaat a rêjîma Îranê ve li bajarê Bokanê hate binçavkirin û hatiye bêserûşûnkirin û tevî hemû nigeraniyên malbata wî, hêzên rêjîêmê ti zanyariyek li derheq cihê ragirtina û rewşa wî bi malbata wî xweparastine û bi tenê ji aliyê Îtilaata rêjîmê li bajarê Urmiyê de bi malbata wî, hatiye ragihandin ku Osmam Mame li destê hêzên îtilaatê de ye.

Pêka rapora Kurdpayê, heta niha ti hevdîtinek li navbera “Osman Mame” û malbata wî de nehatiye kirin û ew welatiyê 55 salî li dema binçavkirinê de, ji aliyê hêzên tepeserkare rêjîmê ve hatibû birîndarkirin ku vê yekê jî nigeranmiya malbata wî zêdetir kiriye.