Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîm hemî cehda xwe dike ku xelk li dengdanê de beşdariyê bike

11:18 - 18 Şibat 2024

Tevî ku dengdan û hilbijartin li Îranê de rêkxistinkirî û encama wê ji pêş dengdanê ve hatiye diyarîkirin, lê hewcehî bi hatine xelkê bo ser sendûqên dengdanê hene ku bi wî awayî bidin xuya ku xelk li pişta rêjîmê ye.

Li halekê de ku çend rojan berî niha Wezîrê Navxwe yê rêjîma Îranê pastar “Ehmed Wehîdî” îdia kiribû ku beşdarî li hilbijartinande yek ji rêyên rawestan li hember Îsraîl û piştevanî li Felestîniyan e, fermandeyekî terorîst ê spaha pasdaran a rêjîmê yê bi navê “Esxer Ebasqulîzade” gotiye ku rêjeya bilind a dengdanê nîşaneya piştevaniya xelkê û rewatiya desthilata rêjîmê li Îranê de ye.

Herwisa navbirî li idiayeke çewt de gotiye ku em wek spaha pasdaran dixwazin ragihgandin azad bin û dengê xwe bigihînin xelkê, ew yeka li halekê de ye ku rêjîma Îranê zêdetirîn rêjeya binçavkirin û bidarvekirina rojnamevanan li cîhanê de heye.

Gotinên wiha çewt bo xapandina xelkê berî hemû dengdanan li Îranê de bazarek germ heye û piraniya tiştên ku hatine qedexekirin, bi awayê nefermî têne azadkirin, jinên bê hicaba bi zorê li ser şeqaman banghêjiya dengdanê dikin, ew yeka li halekê de ye ku heta niha bi 10an keç li Rojhilatê Kurdistan û Îranê de bi sedema berçavnegirtina yasayên hicaba bi zorê, ji aliyê rêjîma Îranê ve hatine kuştin.

Bi watayeke din, amadebûn li ser sendûqên dengdanê, rewatîdan bi hemû sitem û zordariya rêjîmê li kuştin, girtin, îşkencekirin û bidarvekirina xelkê bêtawan, ji zarokan heta kesên bi temen û heta ciwan û nûciwanan e.