Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bi 100an mamosteyên olî tohmetên sepandî bi ser mamosta Mihemed Xizirnijan bi çewt dizanin

16:36 - 18 Şibat 2024

Nêzî 250ê kes ji mamosteyên olî bi wajokirina nivîsekê û şandina vê bo serokê dezgeha dad a rêjîmê, tohmetên sepandî bi ser mamosta Mihemed Xizirnijad, bi îdiayên bi tevav çewt binav kirin.

Nêzî 250ê kes ji mamosteyên olî bi wajokirina nivîsekê û şandina vê bo serokê dezgeha dad a rêjîmê “Xulamhusên Muhsinî Êjêyî”, tohmetên sepamndî bi ser mamosta Mihemed Xizirnijad ên wek “tundajoyî”, bi îdiayên bi tevav çewt binav kirin û daxwza hilveşandina cezaya bidarvekirin awî mamosteyê olî kirine.

Herwisa wam mamostayan li vê nivîsa xwe de bi tekezî ragihandine ku mamosta Mihemed Xizirnijad bi ti awayekê alîgirê tundajoyî yê nebûye û nîne”.

Herwisa pêşnimjê mizgevta Mekkî ya bajarê Zahidanê “Mewlewî Ebdulhemîd” jî pêştir li derheq cezaya bidarvekirina wî mamosteyê Olî yê Kurd de bi belavkirina peyamekê, daxwaza hilveşandina cezayê bidarvekirina mamosta “Mihemed Xizirnijad” kiribû.

Mamosta Mihemed Xizirnijad ê temen 45 salê û xelkê bajarê Bokanê, nêzî salek û 3 heyv e ku li girtîgehên rêjîmê de li jêr îşkenceyên hovane û givaşan de ye.