Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Gemiyeke ticarî li gevriya Babulmendeb de kevte ber êrîşa Hûsiyan

12:03 - 19 Şibat 2024

Gemiyeke ticarî bi alaya Bilîz ku melewanên li vê gemiyê de xelkê Lubnanê ne kevtiye ber êrîşa Hûsiyên Yemenê û xisareke zêde bi gemiyê kevtiye û gemiyên leşkerî bi hawara wan ve çone.

Pêka rapora Saziya Deryageriya Ticarî ya Birîtaniyayê, gemiyeke barhilgir a ticarî bi alaya welatê “Bilîz”ê ku melewan û xizmetkarên li vê gemiyê xelkê Lubnanê ne, li 35 mayliya başûrê qiraxava “Moxa”yê kevtiye ber êrîşa Hûsiyên Yemenê û bi sedema 2 teqîn li nêzî vê gemiyê, xisareke zêde bi vê gemiyê kevtiye.

Pêka vê raporê, vê êrîşê ti xisareke canî nebûye lê melewanên vê gemiyê, ew wala kirine û gemiyên leşkerî bo alîkarîdan bi wan melewanan, li deverê de cihgîr bûne.

Herwisa kompaniya ewlehiya Deryayî ya Birîtaniya “Ambrey” ragihand ku wê gemiye, barên li jêr birêveberiya Lubnanê ji “Xûr Fekan” a Îmaratê hilgirtine û bi armanca veguhastin bo Bulxaristanê bi rê kevtiye ku li Babulmendeb de rastî 2 teqînan hatiye û bi sedema xisara zêde bi gemiyê, melewanê vê gemiyê, ew gemiye bi cih hiştine.