Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hemas barimteyan azad neke, Îsraîl dê êrîşê bike ser bajarê Refehê

12:11 - 19 Şibat 2024

Endamekî kabineya şer a Îsraîlê ragiahndiye ku hekî Hemas barimteyan heta 10ê “Mars” anku (20 rojên din) azad neke Artêşa Îsraîl dê êrîşê bike ser bajarê Refehê.

Endamê Kabîneya Şer a Îsraîl “Benny Gantz” hûşdarî daye Hemasê ku heta 10ê Marsê anku 20 rojên din tevahiya barimteyan azad neke Artêşa Îsraîlê dê êrîş bike ser bajarê Refehê, ew yekem car e ku Îsraîl rêkevta îhtmala êrîşkirin û destpêkirina şer li bajarê Refehê dide xuya.

Li halekê de bajarê Refehê heşîmeteke nêzî milyonek û 500 hezar kesî heye, awareyên ji devera bakûrê Xezê jî li wir de cihgîr bûne û niha heşîmeteke gelek zêde li wir kom bûne.

Îsraîl bi sedema givaşên cîhanî hewlê dide rêjeya xisarên canî li şer digel milîsên Hemasê de kêm bike û milîsên Hemasê bi aghedarbûn ji wan givaşan, micidtir ji berê, xelkê wek mertalê zindî bi kar tînin lê dîsan hejamareke zêde ji wan milîsan ku bi kincên medenî li nav xelkê de cihgîr bûne, li jêr navê kesen medenî li Xezê de hatine kuştin.

Pêka gotina berpirsekî Hemasê  bi nûçegihaniya “Reuters”ê, heta niha zêdetir ji 6 hezar kes ji hêzên xwe ji dest dane lê amarên Ku Îsraîê belav dikin, 2 qat zêdetir ji amarên Hemasê ye.