Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê çalakvanekekî medenî li bajarê Kamêranê binçav kir

12:14 - 19 Şibat 2024

Hêzên ewlehî yên rêjîma Îranê bi bê belgeya yasayî endamekî Encumena Çandî-Civakî ya “Nojîn”ê li bajarê Kamêranê binçav kirin û bo cihelke nexuya veguhastine.

Pêka rapora Ajansa Mafê Mirovî ya “Kurdpa”yê, roja Şemî 28ê Rêbendanê, “Rişad Perwîzî” ku endamê Encumena Çandî-Civakî ya “Nojîn” e li bajarê Kamêranê ji aliyê hêzên ewlehî yên rêjma Îranê ve hatoiye binçavkirin.

Heta belavbûna vê nûçeyê ji sedema binçavkirin, tohmetên sepandî bi ser wî welatiyê Kurd û cihê ragirtina wî, ti zanyariyek li ber dest nîne.