Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Zêdetir ji 5 hezar xwediyên birwanameya Duktorayê, yên sala 1401, niha jî bîkar in

11:40 - 20 Şibat 2024

Li halekê de ku beşeke zêde ji berpirsên rêjîmê şiyana xwendin û nivîsandina hewce bo karê xwe nînin, zêdetir ji 5 hezar derçoyên asta Duktora ya sala 1401 a Rojî, hêj nekarîne ti karekê bo xwe peyda bikin û renge neçar bi destfiroşiya li ser şeqaman an kolberî an şewatberiyê bin.

Birêveberê Giştî yê Ofîsa Dariştina Bername û Afirandina Kar ya wezareta “Teavon,Kar û Xweşbijîvî” ya rêjîma Îranê, “Taha Remezanî” gotiye: “bi pêka amarên navenda Amar a Îranê nirxa bêkarî li demsala Payîz a sala 1402 a Rojî, %7.6 bûye û nirxa bêkariya xwediyên birvanameyên zanîngehan jî %11.4 bûye û li sala 1401 a Rojî de me nêzî 5 hezar xwediyê birwanameya Duktora hebûne ku nekarîne kar peyda bikin”.

Li halekê de ku berpirsên rêjîmê ên wek Serkomar û Wezîrê Derve yê rêjîma Îranê û çendîn berpirsên din ên rêjîmê şiyana xwendina nivîseke asayî jî nînin, pispor, xwediyên birvanameyên zanîngehan bêkar mane.