Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kolberekî li sînorê Bane ji aliyê hêzên çekdare Îranê ve hate kuştin

12:08 - 27 Şibat 2024

Kolberekî Kurd bi navê Seyîd Ferecî xelkê bajarê Seqizê, li dema kolberiyê li ser sînorê Banê bi teqeya hêzên çekdare rêjîma Îranê ve hate kuştin, kolberekî din jî yê bi navê Salar hatiye birîndarkirin..

Li gorî nûçeya Hengawê, şeva Duşemî 7ê Reşemê, Seyîd Ferecî, kolberê xelkê gundê Dewre Qella a bajarê Seqizê li dema kolberiyê liser sînorê Hengejal a bajarê Bane, bi teqeya hêzên çekdare rejîma Îranê hate kuştin.

Seyîd Cefer Ferecî temen 42 salî, xîzandare û bavê du zarokan bûye, her li gorî nûçeya Hengawê, termê wî kolberê bo nexweşxaneya Selahedîn Eyûbî a bajarê Bane hatiye veguhastin.

Hevdem kolberekî din xelkê bajarê Seqizê yê bi navê Salar birîndar bibû, bo navendên dermanî hatiye veguhastin.

Li gorî amara tomarkirî ji aliyê Hengawê ve , li heyama sala 2023an de, 22 kolber li ser sînorê Bane hatine kuştin û 116 kolberên din jî hatine birîndarkirin.