Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li kiryareke terorîstî de li Rûsiyê, zêdetir ji 60 kes hatine kuştin.

11:29 - 23 Adar 2024

Li kiryareke terorîstî de li salona mûzîka bajarê Kurokosê ser bi bajarê Moskoyê de pêka berewirdên destpêkî yên Rûsiyê, zêdetir ji 60 kes hatine kuştin û zêdetiur ji 100 kes jî hatine birîndarkirin.

Pêka raporên belavbûyî, girûpeke terorîstî ya çekdar êrîş kirine ser saloneke mûzîkê li bajarê Kurokosê ser bi bajarê Moskoyê ku li vê kiryara terorîstî de pêka daxuyaniya Dezgehe Ewlehî ya Rûsiyê, bi berawirdên destpêkî 60 kes hatine kuştin û zêdetir ji 140 kes jî hatine birîndarkirin.

Li halekê de ku girûpa terorîstiya “DAÎŞ”ê bi awayekî fermî ew êrîşe kêşa stuyê xwe û li ser kanala Telegramiya xwe belav kirine, Dezgeha Ewlehî ya Ukraynê ragiandiye ku bûyera li Moskoyê, kiryareke hestiyar a bi zanebûn e, ku ji aliyê hêzên taybet ên Rûsiyê ve hatiye kirin.

Heta niha zanyariyên zêdetir li ser dawî amara kuştî û birîndaran û herwisa rewşa tendirustiya birîndaran nehatiye belavkirin.