Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Binkeyeke besîcan li Belûçistanê hate teqandin

10:18 - 25 Adar 2024

kesên nenaskirî, binkeyeke besîcan li devera “Kincanek” a ser bi bajarê Zahidanê kirine armanca êrîşa xwe û bi çekên “RPG” ew binkeye teqandine.

Pêka raporên xwecihî û herwisa rapora kanala Telegramî ya “Resedê Belûçistan”ê roja Şemî 4ê Reşemê hêzeke çekdar a nenaskirî li binkeya besîc a “Kincanek”ê ser bi devera “Şoro” ya bajarê Zahidanê, bi çekên “RPG” êrîş kirine ser binkeyeke besîcên rêjîmê û ew teqandine.

Heta niha zanyariyên zêdetir li derheqê vê êrîşê belav nebûne û ti amarek ji kuştî an birîndarên vê êrîşê li ber dest de nîne.

Binkeyên rêjîmê bi taybet binkeyên besîcan, navendên azardana xelkê Belûç û herwisa teqekirin li xelkê bê tawan ên Belûç in.

Heta niha ti alî an girûpekê, ev êrîşe li stuyê xwe negirtiye.