Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hêzên rêjîma Îranê êrîş kirine ser mala hunermendekî Kurd

10:47 - 25 Adar 2024

Hêzên ewlehî yên rêjîma Îranê li bajarê Sinê de êrîş kirine ser mala hunermendekî Kurd û cehda binçavkirina wî dane.

“Arman Seîdpenah”, hunemmendê Kurd ê xelkê bajarê Sinê ku li rêûresma Newrozê li gundê “Ewîheng”ê de li roja Înê 3ê Xakelêweya 1403 a Rojî bi rexnegirtin ji navendên pêywendîdar ku derfeta starngotin bi navbirî nedabûn, bi strandina sirûdeke hemasî ragihand ku derfetê nadin ez stranan bibêjim, rêûresma Newrozê ti hewcehî bi vergirtina derfetê nîne.

Piştî bi rêveçona rêûresmê, 10an kes ji hêzên ewlehî yên rêjîmê bi armanca binçavkirina navbirî, êrîş kirine ser mala navbirî lê nekarîn wî binçav bikin.

Hêzên rêjîmê, piştî vekolîna mala wî hunermendê Kurd, hinek ji alavên wî yên kesîn ên wek harddisk a kampiyotêra wî digel xwe birine.