Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li dadgeha Moskoyê de 4 tawanbarê êrîşa çekdarî hatine dadgehîkirin

12:45 - 25 Adar 2024

2 rojan piştî êrîşa bo ser salona mûzîka “Kurokas”ê 4 tohmetbarê vê êrîşê li dadgeha Moskoyê de tuhmetên wan bi wan hatine ragihandin, ew 4 kes bi tohmeta beşdarî li êrîkirinê de hatine dadgehîkirin.

Pêka rapora “Doyçêwêlê” 4 tawanbarên êrîşa bo ser salona muzîka “Kurokas”ê  li dadgeha Moskoyê de tawanên wan bi wan re hatine ragihandin û renge ew 4 kese bi girtîgeha heta hetayî bêne sizadan û wêneyên wan li dadgehê dida xuya ku ew bi tundî hatine îşkencekirin.

Pêka vê raporê, ew 4 kes ên bi navên “Mihemedsabir Feyzef, Muradelî Receb Elîzade, Firêydûn Şemsedîn û Delîrcan Mirzayêf” in ku nasnameya Tacîkistanê hene.

Li halekê de ku girûpa terorsêtiya “DAÎŞ”ê ew êrîşe kşaye stuyê xwe, lê Rûsiye dixwaze Ukraynê wek tawanbar bide nîşandan.

Pêka dawî amaran, 137 kes li vê êrîşê de hatine kuştin û 182 kes jî birîndar bûne.