Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kolberekî Zarok li razê re kevt û babê wî jî li dema kolberiyê de, dilê wî rawestiya û jiyana xwe ji dest da

11:49 - 26 Adar 2024

Tirajîdiyaya li ser kolberan dawî pê nayê

Zarokekî temen 15 salî li dema kolberiyê de li sînorê bajarê Newsûdê ji bilindahiyê çiya re kevte xwarê û bi tundî birîndar bû, piştî 2 rojan bavê wî li dema kolberiyê de bi sedema sekinîna dil canê xwe ji dest da.

Pêka rapora “Çawnews”ê zarokekî 15 salî bi navê “Mîlad Mihemedî”, temen 15 salî û kurê “Mihemed’Bayir” xelkê gundê “Zêran”a ser bi bajarê Ciwanroyê, li dema kolberiyê de ji bilindahiyê veresiya û kevte xwarê û bi tundî birîndar bû.

Herwisa bavê vî zarokê Kolber li roja Yekşemî 5ê Xakelêweyê li dema kolberiyê de li sînorê Newsûdê, bi sedema sekinîna dil canê xwe ji dest da.

Karesatek ku bo vê malbatê qewimiye, mînakek ji jiyana gelek kesan li Rojhilatê Kurdistanê ye ku bo peydakirina pariyek nanê helal, neçar bi kolberiyê dibin.

Gorî amaran tenê li 7 rojên sala nû de, aliyê kêm 10 kolber ku 3 ji wan zarok bûne, li ser sinûran hatine kuştin û birîndarkirin