Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîkayê hejmarek dorpêçên nû bi ser rêjîma Îranê zêde kirin

10:38 - 27 Adar 2024

Amerîkayê toreke dabînkirina malî ya spaha pasdaran a terorîst li lîsteyê dorepêçên bi ser rêjîma Îranê zêde kirin.

Roja Sêşemî 7ê Xakelêweya 1403 a Rojî, Îdareya Kontrola Darayî ya Wezareta Xezînedariya Amerîkayê bi belavkirina daxuyaniyekê ragihand ku 6 damezrave, kesek û 2 gemiyên neftkêş li lîsteyên dorpêçên Amerîka bo ser rêjîma Îranê zêde kirine ku li welatên Lîbêriya, Hindistan, Viyetnam, Lu

bnan û Kuwêtê de ne an li wir hatine tomarkirin.

Pêka vê raporê, wan damezrave û kesû gemiyên neftkêş, li hêsankirina veguhastina tiştan û veguherîna wan bo spaha quds a ser bi spaha pasdaran a rêjîma Îranê, Hûsiyên Yemenê û Hizbullah a Lubnanê de beşdarî kirine.

Wezareta Xezînedariya Amerîkayê ragihandiye ku ew tore ya kesekî xelkê Yemenê yê bi navê “Se`id Cemal” ê ji dayîkbûyê sala 1979 e û ew kes li Îranê de dimîne.

Pêka vê rapoprê, tora “Se`id Cemal” belgeyên sexte bo veguhastina tiştên Îranê bo Çînê, bi kar anîne.