Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyma rêzdar Mistefa Hicrî bi hilkevta roja Şehîdên Kurdistanê

17:33 - 28 Adar 2024

Rêzdar Mistefa Hicrî Berpirsê Navenda Birêveberiya Giştî a Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê bi hilkevta 10ê Xakelêwê roja Şehîdên Kurdistanê peyamek belav kir.

 

Deqa peyamê wihaye:

 

Roja 10ê Xakelêwa 1326an a rojî, li dîroka netewa me de bîranîna bûyerekî cihê xembariyê ye ku ti carî nayête ji bîrkirin.

Li wê rojê de Pêşewa Qazî Mihemed, Serkokê Komara Kurdistanê tevî Ebulqasim Sedrê Qazî û Mihemed Husêynê Seyfê Qazî hatine sêdaredanê, lê nav û yadê wan bûye remza dîroka xenat û berxwedaniya Kurdistaniyan.

Xelkê Kurdistanê li wê rojê de ku bi roja Şehîdên Kurdistanê hatiye navdêr kirin, serdana mezarê Şehîdan û malbatên wan dikin û pêymana domandina rêbaza Şehîdan li gel riha wan nû dikin.

Roja 10ê Xakelêwê, wateyekî hevpar bal xelkê Kurdistanê heye, ev jî domandina rêbaza pir serweriya Şehîdan û zindî ragirtina rêbaza neteweyî ye Pêşewayê Kurdane.

Li wê rojê de, tevî serî tevandin li hember riha paqije şehîdên Kurdistanê de û pêyman nû kirina tevî rêbaza wan, em silavên emegdariyê dişînin bo hemî malbatên serbilinde Şehîdan.

 

Mistefa Hicrî

Berpirsê Navenda Birêveberia Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê

9ê Xakelêwa 1403 a Rojî