Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê kolberekî xelkê bajarê Pîranşarê kuşt

12:15 - 14 Adar 2024

Hêzên leşkerî yên rêjîma Îranê li sînorê bajarê Pîranşarê, kolberekî Kurd li sînorê bajarê Pîranşarê kuştine ku ji aliyê xelkê deverê ve termê wî hatiye peydakirin.

Pêka rapora Ajansa “Kurdpa”yê, sibêdeha roja Sêşemî 22ê Reşemê, kolberekî xelkê bajarê Pîranşarê yê bi navê “Mihemed Gence” yê temen 35 salî ku bavê 2 zarokan e, li devera sînorî ya “Pitkî”, ser bi bajarê Pîranşarê, ji aliyê hêzên leşkerî yên rêjîma Îranê ve hatiye kuştin.

Pêka rapora Kurdpayê, hêzên leşkerî yên rêjîma Îranê, bê agehdarkirina berê, teqe li wî kolberî kirine û xelkê piştî derbasbûna rojekê karîne termê wî kolberî peyda bikin.

Termê “Mihemed Gence” li roja Çarşemiyê de li halekê de ku gulle bi sermilê wî yê rastê kevtibû û hatibû kuştinê, li bin befrê de peyda kirine û hêzên rejîmê ew li jêr befrê de veşartibûn heta ku xelk termê wî peyda nekê.