Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hişê destkird dê çi bîne serê cîhanê û mirovahiyê?

12:27 - 14 Adar 2024

Yekemîn yasaya bikaranîna Hişê deskird li cîhanê de, li parlimana Ewropa de hate pejirandin.

Yasaya çavaniya bikaranîna Hişê Deskird bi awayekî kontirolkirî, bi armanca pêşxistina teknolojiyê li çarçêwa zêrevaniyê de, li parlimana Yekitiya Ewropayê de hate pejirandin.

Zêdebarî pejirandina vê yasayê, dîsan jî nîgeranî ji geşeya hişê mesnoeî, dikare bo geşeya asayî ya mirovan û cîhanê metirsîyekî mezin hebe.

Parlimana Ewropa li pejirandina vê yasayê de, hinek berbest diyarî kirine ji bona bikaranîna Hişê Deskird anku mesnoeî, bo mînak bo Ragihandinê başe bête bikaranîn bi armanca lezgîniya kar û dikare hem têçoya Madî û hem Mirovî li ser dezgehên ragihandinê kêm bike.

Yan li dema hewce de polî dikare bona peydakirina tawanbaran ji bernama çêhre nasiyê mifahê wergire.

Hişê deskird bûye cihê nîgeraniya piraniya welatan û xelkê cîhanê û hinek kes weke destpêka jinavçona mirovan binav dikin û jiyan û emraz û jîngeh û sirûşt û têknolojî hemî ji dest mirovan derdikeve.

 Herwisa egera hindê heye ku hişê mesnoeî bi armancên xirab û heta şerê dewlatan jî bête bikaranîn û basê hindê heye ku bi hebûna hişê deskird, egera hindê heye li pêşerojê de leşkerê destkird bête çêkirin û bi sedan hezar serbazên deskird xwedî yêk bernama hiş û perwerde û hizirkirin û şiyanê bin.

Dunya herçiqas pêş dikeve û destê mirov digîje zanist û teknolojiyaya pêşkevtî, ev qas jî metirsî û gef bo ser jiyana mirovan zêde dibe.