Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê rêgirî ji karê bazariyên bazara gumrika sînorî ya Sêroyê dike

12:11 - 16 Adar 2024

Bi sedema rêgriya rêjîma Îranê ji bazariyên li bazara sînorî ya “Sêro”yê li navbera Îran û Tirkiyê de Karê ticareta wan bazariyan, hatiye sekinandin û wan bo nîşandana nerizayetiya xwe, bazar daxistine.

Bazarî û dukandarên bazara sînorî ya “Sêro”yê ya li navbera Îran û Tirkiyê de bi sedema vê yekê ku rêjîma Îranê îzna hinardekirina tiştên wan li ji gumrikê nade, dest avêtine mangirtinê û tevahiya bazar û dukanên xwe li vê bazarê de daxistine.

Gumrika Sêroyê yêk ji gumrikên bingehîn ên ticareta Îran û Tirkiyê ye ku tevî hewcehiya xelkê bi kar li vê bazarê de, heta niha rêjîmê tevî ku ti kareke bi wec bo wan nekiriye, hêj rêgirî ji ticareta wan dike û niha alav û tiştên ku li benda derbasbûn ji gumrikê ne, ji aliyê rêjîmê we hatiye sekinandin û kar û kasibiya xelkê sekiniye.

Xala sînorî ya Sêro, li devera Biradost a bajarê Urmiyê de ye û heta niha ti qazanceke bi wec bo xelkê deverê nebûye û zêdetir kesên biyanî ji vê gumrîkê de ticaret kirine û gelek caran ticareta kesên xwecihî bi sedema givaşxistina hêzên ewlehî bi armanca alîkarîkirin digel navendên ewlehî, sekinandine.