Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Merasimên pêşwaziya ji cejna Newrozê li Kurdistanê bi coşekî mezin berdewamin

12:05 - 17 Adar 2024

Ev serê çend rojane ku xelkê azadîxwaz û welatparêze Rojhilatê Kurdistanê bi lidarxistina merasimên girseyî berbi pêşwaziya cejna Netewî a Kurdan anku Newrozê ve diçin.

Zêdebarî hemî gef û astengiyên rêjîma dîktatore Îslamî bona pêşîgirtin ji wan merasiman, xelkê şorişvane Kurdistan weke hertim bi yekîtî û yek helwêstiya xwe a netewî merasimên pêşwazî ji sala nû û Newrozê kirine meydana berxwedan û mitîngên netewî.

Li piraniya bajar û nawçe û gundên Kurdistanê xelk bi kombûna xwe û bi kincên xwe yên netewî, bi Axabanî û Hewî û hêmayên Netewî û bi sitrîna sirûd û sitranên şorişvanî, û ji hemiyê girîngtir bi dana diruşmên şorişvanî û bi dijî rêjma dîktator, merasimên mezin û bi coş bi rêve dibin.

Çalakvan ku pêşengê bi rêve birina wan merasimanin, li agehdarî û banghêjiyan de daxwazê ji xelkê dikin ku bi kincê Kurd, bi hilgirtina Axabanî û Hewriyê li wan merasiman de beşdar bibin.

Li hinde ji wan merasiman de bi dehan hezar kes kom bûne û her ev yekîtî û li meydanê de manaye lerze xistiye nava dilê dîktatoriyê.