Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Termê xwedêjêrazî “Haşim Kerîmî” li bajarê Lendenê de bi axê hate spartin

12:48 - 20 Nîsan 2024

Roja Pêncşemî 30ê Xakelêwe termê têkoşerê dêrîn ê Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê, xwedêjêrazî “Haşim Kerîmî” li goristana “Genêsbêrî” ya bajarê Lendenê, bi beşdariya malbata wî ya rêzdar û her wisa Sedan kes ji Kurdên herçwar perçên kurdistanê û herwisa çendîn kesayetiyên netewên din ên li Îranê û aliyên siyasî û endam û alîgirên Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê li Birîtaniya, bi axê hate spartin.

Piştî pêşwazîkirin ji termê xwedêjêrazî “Haşim Kerîmî” ji aliyê malabta wî ve, rêzdar “Tahir Hacîebasî”, xêrhatinkirin ji beşdarbûyan kir û spas û pêzanîna xwe bo hevçeperên xwedêjêrazî da xuya ku li heyama derbasbûyî de hevxemiya xwe bi hemû awayekê nîşan dane û giraniya xemê li ser dilê malabata wî kêm kirine.

Piştre rêzdar “Heyat Tevekkulî” peyama hevxemiyê pêşkêş bi malbat rêzdar a xwedêjêrazî kir.

Li beşeke din a vê rêûresma bi axspartinê de, peyama Navenda Birêveberiya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê ji aliyê rêzdar “Kawe Muderisî”, berpirsê Komîteya Hizba Dêmokrat li Birîtaniyayê ve hate xwendin.

Piştî xwendina peyaman, destiyên gulên xatirxwestin ji malbata xwedêjêrazî “Haşim Kerîmî” li ser gora wî hate danîn û herwisa Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê destiyek gul bi rêya Komîteya vê Hizbê û rêzdar Mewlûd Sware ve li ser gora vî danî.

Li beşeke din de hemû kesayetiyên siyasî û nûnerên Hizbên Kurdistanî, destiyên gulan li ser gora xwedêjêrazî “Haşim Kerîmî” danîn.