Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şakir Bêhrûz girtiyê siyasî bo odeya takekesî hate veguhastin

10:43 - 22 Nîsan 2024

Girtiyê siyasiyê Kurd “Şakir Bêhrûz” ku li girtîgeha rêjîmê li bajarê Urmiyê de ku dest avêtibû mangirtinê, bo odeya takekesî ya vê girtîgeha rêjîmê hate veguhastin.

Girtiyên siyasiyê Kurd “Şakir Bêhrûz” ku heyama cezaya sepandî bi ser de bi dawî hatiye lê heta niha rêjîm amade nebûye ku wî azad bike, lewma wî girtiyê siyasî bo nîşandana nerizayetiya xwe li vê derheqê de man girtiye û berpirsên rêjîmê ew bo odeya takekesî ya girtîgehê veguhastine.

Pêka raporên belavbûyî, ew girtiyê siyasî li roja Şemî 26ê Xakelêweyê de man girtiye û li 1ê Banemerê de bo odeya takekesî hatiye veguhastin.

Cezaya sepandî bi ser wî girtiyê siyasî, 5 sal girtîhe bûye ku “Şakir Bêhrûz” ew heyame derbas kiriye lê rêjîma Îranê amade nîne wî girtiyê siyasî azad bike.

Rewş û qedera “Şakir Bêhrûz” li girtîgeha rêjîmê li bajarê Urmiyê de cihê nîgeraniyê ye.