Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kombûnên nerizayetî li çend bajarên Kurdistan û Îranê de bi rê ve çon

10:54 - 22 Nîsan 2024

Li çendîn bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de kombûnên nerizayetî yên malnişînkiriyan bi rê ve çon.

Roja Yekşemî 2yê Banemerê, li bajarê Kirmaşanê de malnişînkiriyên îdareya dabînkirina civakî û malnişînkiriyên din bo nîşandana nerizayetiya xwe li derheq pêrenegihîştina rêjîmê bi daxwaziyên wan, li hemberî sendûqa malnişînkiriyan li bajarê Kirmaşanê de kombûna nerizayetiyê lidar xistin.

Herwisa li bajarên “Ehwaz, Erak, Têhran û Şûşê de jî malnişînkiriyan li derheq dijwariya jiyana xwe û herwisa pêrenegihîştin bi daxwazî û mafên xwe li hember bînaya sendûqa malnişînkirian de kombûna nerizayetiyê lidar xistin

Li bajarê Şûşê de zêdetirî ji 400 karkerên şîrketa kaxezê ya Şûşê kom bûn û piştevaniya xwe ji kedkarên ku ji ser kar derxistine dane xuya.

Kombûnên nerizayetî bi awayekî berdewam li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi rê ve diçin lê heta niha wan kombûnên nerizayetî ti encameke berçav nebûne û gelek caran jî xwenîşanderan gotine ku mafê me li ser şeqaman dê bi dest ve bên.