Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîkayê çekên taybet bo jinavbirîna yekcarî ya sîstemên navkî yên Îranê hene

11:43 - 23 Nîsan 2024

Rojnameyeke Birîtaniyayê belav kir ku Amerîkayê mûşekên taybet bo jinavbirina tevav û hertimî ya sîstema navkiya Îranê li berdest de hene û dema bikaranînê, dê hemû sîstemên navkî yên Îranê bo hertin jinav herin.

Rojnameya Birîtaniyayê ya bi navê “Daily Mail” li raporeke xwe de îşare bi sîstema “Wizeya Maykrowêyw” a bi hêz a Amerîkayê kiriye ku li ser mûşekan tê danîn û li dema bikaranîna vê, hemû çîpên kampiyoterên binerd ên sîstema navkiya rêjîma Îranê bo hertim, jinav bibe û bişewitine.

Herwisa vê rojnameya Birîtaniyayê daye zanîn ku ew cure çek dema bikaranînê de ti xisar an zirarek bo mirovan nîne.

Li vê raporê de hatiye ku ew core çek li mûşekên kirûz de têne danîn ku balafirên stratejîk ên B52 bo lêdana armanmcên taybet bi kar tînin.

Ew projeye li sala 2012 a Zayînê de li jêr navê “CHAMP” ceribandinê serkevtî yên tevav encam dan û 2019 de jî hatiye bikaranîn.

Cudatiya vê çekê digel êrîşa saybêrî ev e ku hemû sîstemên kampiyûterî bi awayek jinav diçe ku ti car êdî nayê bikaranîn û bi tevahî dişewîtine û karlêkeriya tevav li ser hemû alavên wek tank, mûşek, balafiran, gemiyan û alavên din heye.