Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Malnişênkiyrên îdareya Muxabiratê li bajarên Kurdistan û Îranê de kombûnên nerzayetî lidar xistin

11:48 - 23 Nîsan 2024

Malnişînkiriyên Îdareya Muxabiratê li çendîn bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê de li ber deriyê îdareya Muxabiratê a bajaran de kombûna nerizayetiyê lidar xistin.

Malnişînkiriyên îdareya Muxabirat li çendîn bajarên Rojhilatê Kurdistanê ên wek “Kirmaşan, Sine, Merîwan û Urmiyê” de li ber deriyê bînaya îdareya muxabiratê li wan bajaran de kombûna nerizayetî lidar xistin û herwisa li bajarê “Xuremabad”ê li parêzgeha Luristanê, de jî ew kombûn bi rê ve ço.

Herwisa malnişînkiriyên îdareya muxabiratê li bajarên din ên Îranê ên wek “Erdebîl, Têhran, Reşt, Tewrêz, Bender Ebas, Erak û Hemedan”ê de jî li ber deriyê îdareya Muxabiratê li wan bajaran de kombûna nerizayetiyê lidar xistin.

Wan malnişîkiryan bi hilgirtina plakardan dengê mafxwaziya xwe bilind kirin û nerizayetiya xwe li derheq pêrenigihîştin bi daxwaziyên xwe ên wek, birêveçona tevav a ayînnameya pêrsonêlî û karpêdan ya sala 1389 a Rojî, çareserkirina pirsgirêkên bîmeya dermanî û çend mijarên din, dane xuya.

Malnişînkiriyên Îdareya Muxabiratê li seranserê Îranê li rojên Dûşemiyê ya hemû heftiyan, kombûnên nerizayetiyê lidar dixin û biryar dane heta gihîştin bi encamê, dê wan kombûnên nerizayetî bi rê ve bibin.

Heta niha berpirsên rêjîmê ji bilî sozên çewt ti pêngavek bo çareserkirina wan pirsgirêkan hilnegirtine û her carê bi hêcetekê xwe ji bersivdan bi wan nerizayetiyan diparêzin.

Herwisa li vê rojê de xwendekarên zanîngeha “Emîr Kebîr” li duyem rojê de kombûna neriozayetiya xwe berdewasm kirin û nerizayetiya xwe li hember destdirêjî û bêrêzîkirina parastina zanîngehê bo ser xwendekaran çona polên waneyan baykot kirin.