Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Wezîrên Derve yên Ewropayê li derheq zêdekirina dorpêçan bo ser rêjîma Îranê lihev kirin

12:02 - 23 Nîsan 2024

Berpirsê Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê ragihandiye ku li derheq berfirehtirkirina dorpêçên bo ser rêjîma Îranê piştî êrîş bo ser Îsraîlê, Wezîrên Derve yên Ewropayê danûstandin kirine û gihîştine encamê.

“Cozêf Borêl” Berpirsê Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê li roja Dûşemî 3ê Banemerê li bajarê Lokzamborgê de ragihand ku Wezîrên Derve yên welatên endam li Yekîtiya Ewropayê, li hev kirine ku dorpêçan danêne ser mûşekan û ev yêke dikare pêşya egera veguhastina van ji Îranê bo welatên din ên wek Rûsiyê û milîsên ser bi rêjîma Îranê bigre.

Li heyva Februariyê de welatên wek “Alman, Firanse, Holend û Lîtwanî”yê daxwaza berfirehtirkirina dorpêçan bo ser rêjîma Îranê li dijî bernameya dironî û mûşekiya Îranê kiribûn ku gihîşte encamê.

Pêka nûçeyên nû, “Cozêp Borêl” bûye berpirsê dariştina lîsteyek ji dorpêçên nû li dijî rêjîma Îranê ku pîşeya dironî û mûşekiya Îranê dike armanc û bi wan drorpêçan, dikarin rêjîma Îranê bo berhemanîna diron û mûşekan rastî astengiyên herî dijwar bikin û herwisa navend, kompanî û kesên ku li berhemanîna diron û mûkean û şandina wan bo milîsên ser bi rêjîmê li deverê de rol hene, li listeyê dorpêçêln nû zêde bike.