Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Saziya lêbihorîna Navnetewî li derheq binpêkirina mafê mirov li Îranê raporek bgelav kir

11:30 - 25 Nîsan 2024

Saziya “AMNESTY” anku Saziya lêbihorîna Navnetewî, li derheq encamdana “Tundûtîjî, tepeserkirin, fetisandina dengê azadî û binpêkirina mafên mirovî ji aliyê rêjîma Îranê li sala 2023, raporek belav kir.

Roja Çarşemî 24ê Nîsana 2024 a Zayînî, Saziya “AMNESTY” anku Saziya lêbihorîna Navnetewî, raporek li derheq rewşa mafê mirov li Îranê ya sala 2023 a Zayînî belav kir ku li vê raporê de îşare bi xirabtirbûna zêde ya azadiya ra derbirînê, tepeseriya Jinan û bidarvekirina neraziyan tekezî hatiye kirin.

Li vê raporê de ku ji çend beşan pêk hatiye, îşare bi xirabiya rewşa azadiyên medenî û astengiyên zêdetir li derheq azadiya ra derbirînê û beşdarî li kombûnan, binçavkirnên xoserane û dadgehîkirinên nedadperwerane, îşkence û reftarên tundûtîj û binçavkirinê xoserane hatiye kirin.

Herwisa li vê raporê de îşare bi cudatîdanîn û tundûtîjî li hember jinan, tundûtîjî û cudatîdanîn li derheq kêmîneyên netewî, olî û kesên cuda hizir û herwisa zêdebûna rêjeya bidarvekirin li sala 2023 de hatiye kirin ku bi eşkere binpêkirina mafê mirov e.