Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çendîn binkeyên Heşda Şeibî li Îraqê de kevtne ber êrîşê

12:39 - 20 Nîsan 2024

Şeva Înê Balafirin şerker ên nenaskirî êrîş kirne ser çend binkên Heşda Şeibî li bakûra Babola Îraqê ku tête gotin li wan payîgehan ve êrîşa mûşekî bo ser Îsraîl hatiye kirin.

Binkên Heşda Şeibî bi awayekî herî tund û berfireh hatne bombebarankirin û gorî zaniyariyên belavbûyî aliyê kêm 10 kes ji hêzên Heşdê hatine kuştin û xisarekî zafe madî û cebirxaneyî geheştiye wan bikan.

Kumîta Ewlehiya parêzgeha Babola Îraqê li derheq vê êrîşê daxûyaniyek belav kir û ragihand, Ev binkên Heşda Şeibî ku kevtine ber êrîşê, ti rolek li havêtina mûşek û dironan de bo Îsraîl çinebûne.

Girûpa Miqawima Îraqê dewleta Îsraîl bi êrîşkerê ser wan binkan da nasandin, ev di demekê de ye ku heya niha ev êrîş piştrast nekiriye.

Fermandehiya navendî a hêzên Amerîka “ Sintgam” ragihand ku Amerîka ev êrîşa roja Înê bo ser binkên Heşdê encam nedaye û hajê nîne.

Heya dema amadekirina wî nûçeyî, Îsraîl li wê derheqê de çi tiştek neragihandiye û ne red kiriye û ne jî piştrast kiriye.