Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ajansa Navneteweyî ya Vizeya Navkî ji bernama Navkî ya Îranê nîgerane

12:43 - 9 Îlon 2019

Kurdistanmedia: Ajansan Navneteweyî ya Vizeya Navkî, bi berevajiyê carên berê, wê care di rapora xwe de ragihandiye ku, şika hindê heye ku rejîma Îranê bi weşartî dest kiriye çalakiya Navkiya xwe.

“Can Bolton” Şêwirmendê ewlehiya Netewî ya Amerîkayê, di wê derheqê de got ku, Ajansa Navneteweyî ya Vizeya Navkî vê carê ragehandiye ku, rengê hindê dide ku rejîma Îranê çalakiya xwe ya Navkî destpê kiriye, û bilez uraniyomê dimeyîne û di vê derheqê de jî, ti tiştek ranegehandiye.

Piştî belavkirina çend zaniyariyên bi belge li ser çalakiya Etomî ya Îranê ji aliyê Binyamîn Netenyahû ve, û dana navê çendîn cihên weşartî di Îranê de, ku rejîmê Uraniyom têde weşartiye, zaf aliyan nîgeraniya xwe dane kivşê.

Berpirseke Ajansa Navneteweyî jî got ku, wan haya zêde kirina Santrîfiyujan ji aliyê Îranê ve heye.

Her li derheq berhevdana wan nîgeraniyane, qirare îro Duşemî Şêvra Hukam ya Ajansa Navnetewî li Bajarê Vîyenê bicive.

Firansê jî ragihand ku, bernamên Navkî ên Îranê cihê guman û nigeraniyê ne.