Kurdistanmedia: Piştî derbazbûna nêzîk bi salekê bi ser bûyera dilgiran ya erdheja Kirmaşanê, heya niha jî xelkê lê qewmî yê wê deverê di nav kanêksan û xêwetan de jiyan dikin, û alîkariyên ku ji aliyê xelkê ve hatibûne komkirin ji bo me`imoriyetên îdarî yên dewletê hatine xerc kirin.
Ehmed Seferî, yê bi nav nûnerê Kirmaşanê, yê di meclisa rejîmê de, tevî eşkere kirina vê nûçeyê, ragehand ku: Piştî derbazbûna nêzîk bi salekê bi ser erdheja Kirmaşanê, heya niha jî xelkê lêqewmî yên vê bûyerê, niha jî di nav kanêks û xêwetan de jiyan dikin û heya niha zelal nebûye ku ev bodca ku bo nûjenkirina vê deverê hatibû destinîşandkirin û ew alîkariyên ku ji aliyê xelkê bajarên din ve hatibûne komkirin çi bi serê wan hatiye.
Navbirî gotiye ku: “Bonyada Mesken” heya niha bi qasî 28 milyard Tûmenî ku ji aliyê xelkê ve hatiye komkirin bo xelkê lê qewmî şandiye, û ev bi navê mei`moriyetên karmendên xwe bo hebûna wan di deverên erdhej lêday de xerc kiriye.
Çalakvanekî devera “Serpêlê” di pêwendyeke telefonî de bo malpera “Kurdistanmedia”yê, ragehandiye ku: Mixabin heya niha ne dewlet û ne jî îdareyên pêwendîdar amade nebûne da ku bi micid ve çav li rewşa jiyana xelkê lê qewmî bikin, û dema ku berpirsekî hikûmetê jî serdana wir dike, komek axavtinên derev û vala û sozên bê bingeh didin û dicin.
Li gorî gotina wî çalakvanî medenî ku nexastiye navê wî eşkere be, niha xelkê lêqewmayî, piştî derbazkirina dijwarî û tengahiyên zêde, di demsala havîn û zivistana sala borî de, û herwisa bê hêvîbûna li alîkarî gihandinên dewletê, ro li hin karan kirine da ku bikarin serpenahekê bo xwe dabîn bikin.
Heriwsa navbirî ev yeka jî daye eşkere kirin ku: Bi sedema givaşan û dijwariyên jiyanê, parek li xelkê erdhej lêdayî yê Kirmaşanê, heta amadebûna Kucikên xwe bifiroşin, da ku bikarin avahiyekê bo xwe çê bikin û xwe ji sirr û seqema zistana bê de biparêzin.
Rejîm heta amade nebûye, bodceyeke zelal bo nûjenkirina xwendingeh û nexweşxaneyan jî destnîşan bike, û her bi vê sedemê jî, li gorî gotina serokê şêvra bajarê Serpêlê, îsal tenê bi awayê sembolîk çend xwendinigeh hatine vekirin û yên din jî her daxistî mane û dersxwen li vê mafê bingehîn jî bêpar mane.