Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîka: Gefxwarina Beşar Esed li hevpeymanên me baş nine

13:03 - 2 Hezîran 2018

Kurdistanmedia: Piştî vê ku Beşar Esed gef li HSD xwarin ku hekî ew amade nebin bi riya gotûbêjan herêmên jêr deshilata xwe de radest bikin, ewê bi hêza leşkerî wan ji wan navçeyan derxînin, Amerîkayê bersiva Beşar Esed da.

 

Amerîkayê ragehand ku gefxwarina li hevalbendên me baş nine, û di berjewendiya deshilata Sûriyê de nine. HSD jî bersiva Beşar Esed da, û ragihand Beşdar Esed û kesên di deshilata wî de, kesên herî dawiyê ne ku bikarin derbarî xiyanetê de baxivin, û deshilata Esed bixwe wateya xiyanetê ye. Herwisa vê rêjîmê bi xwe derî li pêşiya terora biyanî vekir, û terorîstên di girtîgehên xwe de serbest berdan, da ku xwîna gelê Sûriye bimijin.”

 

Beşar Esed di demekê de gefê li HSD`ê dixwe, û vê hêzê wekî tenê kêşe û astenga li ser riya deshilata xwe dibîne, ku gellek herêm hêşta jî di destên opozisyonê de ne, û hikûmeteke derekî jî wekî Tirkiyê piştgiriyê dide wan hêzan. Lê wisa dixûye ku li ber lihevkirina Rûsiyê û Tirkiyê,  Beşar Esed wan hemû hêzên cîhadî û îslamîst û terorîstên ku êrîşî Efrînê kiribûn, wekî terorîst nabîne, lê HSD wekî îxanetkat bi xaka Sûriyê dibîne ku di rastî de şerê terorîstên herî metirsîdar li ser mirovahiyê vê hêzê kir.

Herçend wê demê ji aliyê hin aliyên Kurdî ve gellek rexne li YPG`ê hatin girtin ku nabe li derveyî xaka Kurdistana Rojava xortên Kurd bibe şerê DAÎŞ`ê, lê wê demê berpirs û fermandeyên biryarder ên Kurd ragehandin ku her cihekî terorîst hebin ewê şerê wan bikin.