Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîka: Îran berprsyarê êrîşa li ser çavkaniya vize ya nefta Erebistanê ye

12:59 - 15 Îlon 2019

Kurdistanmedia: Wezîrê karûbarê derve ê Amerîkayê “Mayik Pompêo”, dabû zanîn ku, tû belgeyek di dest de nîne ku ew êrîşa li ser damezrandina neftê ya Erbistanê ji aliyê Yemenê ve hatibe encamdan, û em rejîma Îranê berprsyarê wî êrîşê didine zanîn.

Roja sêşemî 23`ê Xermanan, Wezîrê karûbarê derve ê Amerîkayê “Mayik Pompêo” di ser rûpela xwe a twitrê dabû zanîn ku: Rejîma Îranê li pişt, nêzî 110 êrîş li ser Erebistana Siûdî bûye, eve di halekê de ye ku, Rûhanî û Zerîf didine zanîn ku mifah vergirtin bi dîplûmasiyê ne. lê rejîma Îranê niha êrîşeke bê mînak kiriye ser çavkaniyên dabînkirina vizya cîhanê.

Herwisa navbirî dabû zanîn, tu belgeyek jî li ber dest nîne ku Yemenê ew êrîşe encam daye, ev êrîşe ji aliyê rejîma Îranê ve hatiye encamdan.

Ji aliyek din ve jî Senatorekî Amerîkayê “Lîndsî Graham” bi bertek nîşandan bi wê êrîşê got: Ew êrîşe mînakeke ji çawahiya jinabirina Rojhilata Navîn ji aliyê Îranê ve ye, û Amerîka jî, dibe êrîşê li ser çavkaniyên nefta Îranê bike.