Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîkayê dorpêçên aboriyên li dijî rejîma Îranê dirêj kirin

21:14 - 1 Çirriya paşîn 2017

Kurdistanmedia: Wezareta Xizînedariya Amerîkayê gemaroyên aborî ên pejirandî ên pêşîn dirêj kirin.

Li gora raporên belavbûyî roja Sêşemiyê 9`ê Rezbera 1396`an Waşintonê biryar da ku di çarçoveya yasaya naskirî bi “Katsa” (Xebata li dijî dijminên Amerîkayê ji riya dorpêçan ve) rîzbendek ji berpirsan û kompaniyayên Îranî ku digel Spaha Pasdaran a terorîst dest hene, xistin nava dorpêçan de.

Yasaya naskirî bi “Katsa” (Xebata li dijî dijminên Amerîkayê ji riya dorpêçan ve) bi taybetî li dijî rejîma Îranê û Kureya Bakûr tê cîbicîkirin. Ew biryar roja 11`ê Gelawêja 1396`an bi piraniya dengan di herdu meclisên Nûneran û Sinaya Amerîkayê de hatibû pejirandin.

Li gora yasaya Katsayê, heyiya wan kes û kompaniyan di Amerîkayê de hatine bilokekirin, û tu Amerîkayiyekî mafê danûstandinê digel wan kesna nine, û herwisa ew kes nikarin bêne nava xaka Amerîkayê de jî.

Piştî vê biryara Amerîkayê pasdarê terorîst Ce`iferî fermandê vê rêkxirawa terorîstî got: Amerîka bi hêceta hêza mûşekî ya me, pirojeyasayek bi navê “Katsa” (Xebata li dijî dijminên Amerîkayê ji riya dorpêçan ve) li dijî Spaha Pasdaran cîbicî kir. Wî ragehand ku emê wekî namûsa xwe, ji hêza xwe ya mûşekî bergiriyê bikin.

Wezareta Xizînedariya Amerîkayê di daxûyaniyekê de belav kiriye ku rejîma Îslamî ya Îranê piştevaniya terorîzmê dike.

Ew kesên ku dorpêçên aborî li dijî wan hatine dirêjkirin, ew in: “Mihemed Elî Ce`iferî, Yehya Rehîm Sefewî, Rostem Qasimî, Mihemed Hicazî, Perwîz Fetah, Murteza Rezayî, Ebdullah Îraqî, Elî Ekber Ehmediyan, Mihemedriza Neqdî, Husên Taib, Husên Selîmî û Ehmed Firûzendê”.