Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîkayê rejîma Îranê bi binpêkirina peymana çekên kîmayî yên şer tawanbar dike

11:36 - 18 Çirriya paşîn 2018

Kurdistanmedia:  Dewleta “Trump”   pê diçe ku hin belge  derheq  soça binpêkirina konvansyona qedexekirina çekên kîmyayî ji aliyê Îranê ve dest xistibin.

Li gorî raportên belavbûyî, roja Înê 25`ê Xezelwerê (16`ê Çiriya Paşîn), nûçegihaniya “Associated Press” belavkiriye  ku, du çavkaniyên  agehdar yên Amerîkayê ku nexwastine navên wan eşkere bin ragehandine ku, Amerîka  dixwaze di heyama  vê hefteyê de,  di civîna saziya qedexekirina  çekên kîmyayî yên şer di “The Hague “(Lahe) de, rejîma Îranê bi binpêkirina  konvansyona  qedexekirina  çekên kîmyayî yên şer tawanbar bike.

 Dewleta Amerîkayê hin belge dest xistine ku, komara Îslamî çekên kîmyayî yên şer bi kar neanîne lê, îmkanatên  berhemanîna van  hene.

 Vê nûçegihaniyê wiha nivîsiye, yasadanînên Amerîkayê  derheq kiryara han de  agehdar in, û wisa tê xuyakirin ku,  roja Duşemî 19`ê Çiriya Paşîn,  ev nûçeya  bi awayê fermî bê ragehadin.

  Ev kiryara Îranê tu cezayek ji aliyê dewleta Amerîkayê bo nîne lê, bo dozwerkirina li dijî Îranê di saziya qedexekirina çekên kîmayî yên şer wê bê bikar anîn.

Li gorî konvansiyona qedexekirina  çekên kîmyayî yên şer ku, di sala 1997`an  hate pejrandin,

berhemanîn, xwedîkirin û bi karanîna her core çekên kîmyayî yên şer  qedexe ye.

 Piştî dorpêçên aborî yên  dewra duyem yên Amerîkayê yên li djî rejîma Îranê, ku di roja 4`ê Çiriya Paşîn hatine ragehandin, rayedarên Amerîkayê ragehandibûn ku di pêşerojê de,  givaş  û dorpêçên bo ser Îranê wê zêde bikin.