Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Asta kirênişînî di Xurasanê de bilind dibe

12:52 - 31 Tîrmeh (Temûz) 2019

Kurdistanmedia: Asta kirênişînî di parêzgeha Xurasanê de 40% bilind bû.

Li gorî nûçeyên belavbûyî, Birêveberê giştî yê rê û avedaniya bajarê Xurasanê Elîriza Mistefa zadê daye zanîn ku, 40% xelkê Xurasanê kirênişînin û heya sala 1400`an, me dê hevcehî bi 30 hezar avahiyên wale hebe.

Herwisa navbirî daye zanîn ku, hevwelatiyên parêzgeha Xurasanê di 22 bajaran de, 30 hezar avahiyên wale kêm hene.

Piraniya xelkên bajarên parêzgeha Xurasanê bi sebeba dizîkirina dahata welat ji aliyê berpirsên rejîmê ve kirînişînin.

Hemû salekî berpirsên rejîmê terhên cuda dadirêjin, lê tenê li ser xişteyê ew terhe heye, û tenê dilê xelkê xweş dikin, lê bo piraniya xelkê derketiye ku, terhên rejîmê cîbicî nabin, û terhên kaxezîne.