Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ava piraniya bendavên Îranê gellek kêm bûye

18:21 - 6 Hezîran 2018

Kurdistanmedia: Di heyama  îsal de Piraniya bendavên Îranê, tenê  ji  %40  paşkevta avê hebûne.

Wezareta Enirjiyê ya rejîmê ragehandiye ku: Bi sedema nebarîna berf û baranê di heyama sala derbazbûyî  û îsal de, di  nav koma giştî a bendavên Îranê de, 66 bendavan tenê %40  paşkevta avê hene, û li çav sala  derbazbûyî % 28 ev paşkevta kêm bûye.

Di bendavên mezin yên Îranê yên deverên weke,Tehran, Urmiye, Felata Navenda Îranê, Hamûn û Serexs, paşkevta ava bendavên wan ji %19- 28 kêm kiriye.

Ji aliyekî din ve “Elî Ekberî”, Endamê Komîsiyona Wezîrê Meclisa rejîmê, bas ji vê kiriye ku, 11 çemên parêzgeha Fars hişk bûne û herwisa îşare bi vê jî kiriye ku, sedema hişkbûna %70 çemên Îranê, û jinavçûna %50 a jîngeha Îranê bi sedema destêverdanên mirovan in.

Kêmbûna ava bendavan, bandorê li ser berhemanîna êlêktirîkê di Îranê de jî daniye, û berhemanîna êlêktirîkê di Îranê de li çav sala derbazbûyî ji %57 kêm bûye.

Deverên Navenda Îranê, derheqê paşkevta ava bin`erd û ser`erdê, tûşî kirîza kêmaviyê bûne, û rejîma Îranê jî ji bo çareserkirina van kirîzan, bi veguhastin û dirustkirina bendavan di deverên din yên Îranê  yên, weke Kurdistan û Bakûrê Îranê de, wan jî tûşî kirîzan dike.