Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ava xwazayî ya gola Urmiyê ber bi kêmbûnê ve diçe

13:56 - 14 Îlon 2019

Kurdistanmedia: Ava sirûştî ya ku tevlî gola Urmiyê bibû ber bi kêmbûnê ve diçe, lê terhên rejîmê yên berî jî nehatine cîbicîkirin, heya niha jî tu hewlekê bo wî gola han nadin.

Pêştî çend salan li ser hişkbûna gola Urmiyê re derbas dibe, lê îsal bi sedema barîna baraneke bigur carek din wî golê vejiyandinek ji xwe ve dît. Lê ev ava xwazayî jî hêdî hêdî ber bi kêmbûnê ve diçe.

Berpirsên rejîm çendîn caran îdia kirin ku, dê wî gola han ji hişkbûnê rizgar bikin, çendîn terhên ser kaxezan dan, lê tenê ev terhên han li ser kaxezan man û nehatine cîbicîkirin.

Gola Urmiyê para herî zaf a ava behra Urmiyê ji rûbarên Kurdistanê yên wekî: Cexetû, Tetehû, Gader, rûbarê Mehabadê, Nazlû, Berandêz, Şeher çay û Zolaçay pêk tê.

Rejîma Îranê li ser rêya rûbarên ku ava wan tevî gola Urmiyê dibin, destavête bi afirandina avbendan di parêzgeha Urmiyê de û nêzî 22 avbend hatine afirandin, û 8 ji wan avbendane mifah jê vergirtin. Ji aliyek din ve jî berpirsên rejîmê bi dizîve cewaza bîrên avê didane hin ji xelkê ku girêdayî wî rejîmê ne û di derdora wê golê de nêzî 48 hezar bîrên xeyre yasayî hatine kolandin, û ew mijare bo sedema kêm bûna ava bin erdê a wê deverê.

Girîngiya gola Urmiyê û bandorên wê ên li ser jiyana li herêmê wisa mezine ku ger gol bi yekcarî hişk bibe, ne tenê xelkê Urmiyê, belkî hemû xelkê Îranê dê zerermend bin û zirarek zaf bi daristan, rez û baxan, kiştukal, pez û malat, giya û jîndarên deverê bigihîje û bi milyonan ton xwê bibe bi toz û ba û bi ser deverê de bibare û dê bibe deştek hişk û ew dîmena bixeml a sirûşta Kurdistanê ji nav diçe.