Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Avakirina nîştimanekê

21:29 - 22 Kanûna pêşîn 2018

Kerîm Perwîzî

Kurdistana Rojhilat wekî erdnîgariyeke cihê akincîbûnê, renge di warê xwezayî de, hindek cudahî digel navçeyên derdora xwe de hebe. Di vî warî de, û di warê erdnîgarî de, Kurdistan cihekî çiyayî ye ku li deştayî û xakên kewîr ên nawerasta Îranê û cihên farsnişîn cuda dike. Yan di warê asta baranbarîn û çavkaniya avê û hindek parametrên din, Kurdistanê taybetmendiyek hebe ku wekî hêleke erdnîgarî digel derdorê cudahiyan diyarî bike. Lê eva ku cihekî erdnîgarî bo akinciyên wir dike nîştiman, paramêtrên erdnîgarî nînin.

 Bi gotineke din nîştiman pênaseyeke hizrî û şêwedîtingehek e ku tiştên xwezayî  di nava mêjî û xewnên mirovan cuda dike. Bona rohnbûna zêdetir hewce ye ku em bêjin cudahiya di navbera xwezaya erdnîgarî û nîştimanî, wekî cudahiya di navbera xalî û kevir, digel malê de ye. Xalî û kevirên ku li ser hev hatibin danîn û dîwar û serban û ode jê hatibin çêkirin, û malbatek tê de bibin xwedîmal, û tê de vehewin, wê demê pênaseya malê werdigre. Kurdistana Rojhilat bo Kurd û akinciyên wê cihê jiyanê ye, û tê de jiyana xwe derbaz dikin. Lê deshilata xakê û şêwaza jiyanê û biryar li ser pêşeroja welat û civakê bi destê wî xelkî bixwe niye, ku tê de dijîn.       

Di rastî de wekî mirovekê ku di nava cihekî erdnîgarî de dijîn, ku biryardana li ser wê, di destên deshilateke sepandî ya stemkar de ye. Gelo jiyan di cihekî de, ku biryara çarenûsa cihekî ye, û çawaniya jiyan û manê di destê te bixwe de nebe, jiyaneke asûde û cihê xatircemiyê ye?

 Bona vê ku xelkê Kurdistana Rojhilat di cihê jiyana xwe de hest bi xwedîmalîtiyê bikin, û xatircem bin, û xatircem bin  ji pêşeroja jiyana xwe, û nivşên xwe, û dibe biryar li ser mala xwe û jiyana nav vê malê û îdarekirina mal û jiyanê di destên wan xwe de be. Di çarçoveya wê  xalî û kevir de jiyankirina ku ne şêwaza malê û odeyên wê, û ne jî şêwaza jiyankirin û çawaniya mifahwergirtina ji odeyên mala te, bi destên te nebin, nabêjnê mal, belku kempeke karê bizorî ye, ku deshilatdarên serekî li behreya jiyanê û karê te dixwin, û tu jî koleyeke bê pêşeroj î, di bin piyên zordarên stemkar de. Gelo jiyankirin di nava erdnîgariyekê de, ku hemû deb û resm û yasa û rêsayên sepandî bin, pênaseya jiyana azad û mirovane werdigre?

Rasana Rojhelat îradeyeke hilkeliyê nava dilê civatên xelkê Kurdistanê ye ku dixwazin Kurdistanê bikin vê nîştimana ku xwe pênase dikin, û bixwe jiyana xwe ya tê de diyarî dikin, û di rastî de dikin malek bona veweviyan û vegeşîna jiyana xwe, û nivşên pêşeroja xwe.

Avakirina nîştimanekê gelo tenê bi yek girûp û yek hêza siyasî tê kirin, yan hewce ye ku hemû civak bi hemû girûpên siyasî û hemû tex û qat li dubare bingehdanîna nîştimanê de beşdar bin? Rasana Rojhilat girêdana xebata çiya û bajar e, da ku hem çiya û hem bajar pêkve, wî cihê jiyanê bikin, ku nîştimana pêkvejiyan û asûdeyî û pêşeroja azad û geşekirî û dadperwerane be.