Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Axa Kurdistanê du şehîd li himbêza xwe de girtin

10:50 - 19 Tîrmeh (Temûz) 2018

Kurdistanmedia: Di rêûresmekê de termê du pêşmergên şehîd yên Kurdistanê bi axa pîroz a Kurdistanê hatine spartin.

Nûçegihaniya “Kurdistanmedia”yê ragehandiye, şeva Sêşemî li ser Çarşemî rêkevta 26`ê Pûşpera 1397`an, demjmêr 2`ê şevê bi beşdariya endamên rêberayetî, kadr, pêşmerge û malbatên şehîd “îdrîs Derwîşî” û “Rehîm Rostem Destan” malbatên Hizba Demokrat, û mêhvanan termê wan du pêşmergên şehîd yên Kurdistanê li goristana  binkeya Cêjnîkanê ya PDKÎ bi axê hatine spartin.

Hevdem di rêûresima bi axê spartina du şehîdên sorxelat de, hejmarek ji fermandarê leşkerî û pêşmergên “Hêza Pêşmergê Kurdistanê” beşdarî vê rêûresmê bibûn.

Di beşeke din a vê rêûresmê de,  bi beşdariya malbatên şahîd “Êdrîs Derwîşî” û şehîd “Rehîm Rostem Destan” , civîneke sersaxiyê li binkeya Cêjnîkanê ya PDKÎ de bi rê ve çû.

Di vê rêûresmê de “Kawe Behramî” berpirsê “Fermandariya Hêza Pêşmergê Kurdistanê” axavtinek kir.

Behramî di axavtinên xwe de tevî  nîşandana hevxemiya xwe, sersaxî gote malbata wan du şehîdan û hemû xelkê Kurdistanê, û tekez jî kir, ku xebata Rasanê bi hemû hêz û şiyana xwe li dijî rejîma Îslamî ya Îranê bi rê ve diçe, û Hêza Pêşmergê Kurdistanê bihêztir ji demên borî  di navxweyî welat de çalakî û xebatê dike.

Berpirsê Fermandariya Hêza Pêşmergê Kurdistanê bas ji vê jî kir ku, xebata me xebateke rewa ye, û em heta bidestveanîna armancên şehîdan riya wan didomînin, û topbaran û bombebaranên rejîma Îranê tu bandorekê li ser xebat û çalakiyên me nake.

Rêûresima sersaxiya wan du şehîdên Kurdistanê tevî peyman nûkirin digel rêbaza şehîdên Kurdistanê, piştî çend demjimêran dawî pê hat.