Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

“Bazên Zagrosê” çekdarên rejîmê ceza dikin

16:48 - 17 Çirriya paşîn 2018

Kurdistanmedia: Hindek ji çekdarên Rejîma Îranê yên bi sebeba êrîşên berdewam li ser kasibkaran û azardana xelkê herêmê, ji aliyê “Bazên Zagrosê” ve hatine cezadan.

 “Bazên Zagrosê”, di daxuyaniyekê de dane eşkerekirin ku, hindek ji çekdarên sûçdar yên girêdayî Komara Îslamî ceza kirine, ku di azardana xelkê herêmên cuda yên bajarê Bane de dest hebûne, û herwisa rêgirî ji kasbikarên Kurd yên vê deverê kirine.

“Bazên Zagrosê”, yên “Desteya  Arbaba” di daxuyaniyekê de,  derheq cezadana çekdarên tawanbar yên Komara Îslamî ên di deverên derdora bajarê Bane de ragehandin ku: Demjmêr 10:15 deqeyan a şeva 25 li ser 26`ê Xezelwera 1397`an, desteyek ji rêgir û talançiyên Komara Îslamî ku bi armanca  dizî û talankirin û kuştina kasbikarên herêma “Nawbirîkan a Xêlereş” a girêdayî bajarê Bane bose danîbûn, da ku êrîşî ser xelkê zehmetkêş yên vê deverê bikin, û  ev jî bi merema talankirina alavên wan, lê rastî êrîşa desteyek ji “Bazên Zagrosê” hatin, û ew ji kuştin û talanê rizgar kirin, û hejmareke berçav ji çekdarên rejîmê di wê demê de birîndar bûn, û her hinde ji dest wan hat ku bi nale-nal xwe ji destên “Bazên Zagrosê” rizgar bikin

 “Bazên Zagrosê”, derheq hejmara kuştî û birîndarên rejîmê eşkere kir ku, hejamara zelal ya kuştî û birîndarên rejîmê zanyariyên dirust li ber dest nînin lê, di  daxuyaniyên  dawiyê de bi hûrî wê bas jê bikin.

Di heyama çend salên borî de,  “Bazên Zagrosê”, xwe piştevanê xelkê zehmetkêş yên Kurdistan û piştevanê xebata vî gelî, li dijî Komara Îslamî dane naskirin, û heya niha çendîn kesên li dijî wî gelî û kirêgirtiyên girêdayî rejîma Tehranê, di herêmên cuda yên Kurdistanê de gihandine cezaya kiryarên xwe, û herwisa ragehandine ku,  heya gihîştin bi mafê rewa yê gel, ew  vê rêbazê wê berdewam bikin.