Kurdistanmedia: Girûpa bi navê “Bazên Zagros”ê di nûçeyekê de belav kir ku di encama operasiyona roja Înê de, çend kes hatibûn kuştin û birîndarkirin.
“Bazên Zagros”ê di malpera xwe de belav kir, ku “Pola Arbaba” ya ser bi wan, piştî vê ku taqmek ji kirêgirtiyên talançî û rêgir ên ser bi rejîma Komara Îslamî a Îranê li devera “Xêlereş” a Bane, dane ber êrîşên xwe, çend kes ji hêzên ser bi rejîma Îranê hatibûn kûştin û birîndarkirin.
Pêka malpera “Bazên Zagros”ê û zanyariyên wan derheq encama vê operasiyonê, “Arman Fexrî” hatibû kuştin û “Luqman Xeyalî” û keseke din bi navê “Menêşlû” birîndar bibû, û bo nexweşxaneya “Selahedîn” hatibûn veguhastin.
Şeva 25 li ser 26`ê Xezelwera 1397`an, “Bazên Zagros”ê êrîş kirne ser rêgir û talançiyên rejîma Îranê, ku bi armanca talankirinê û kuştina kasibkarên devera “Nawbirîkan a Xêlereşa Bane” xwe ber wan vedabûn.
“Bazên Zagros”ê ragehand ku heya bidawîanîn bi deshilata bizorî ya rejîma Tehranê li Kurdistanê, emê piştevan û parêzerê hevwelatiyên zorlêkirî bin, û bê mandîbûn û bê rewestiyan emê cezaya serkutkerên Rejîma Komara Îslamî a Îranê bidin.