Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Berpirsên Îranê dibêjin, firotana Neftê wekî berê didome

11:57 - 11 Çirriya paşîn 2018

Kurdistanmedia: Cîgirê Serkomarê Îranê Îshaq Cîhangirî ragehand ku zêdebarî dorpêçên Amerîkayê jî, ew firotana nefta xwe didomînin.

Îranê dabû zanîn ku Amerîka li dijî aboriya wê dorpêçên tund ragihandine, û li hemberdajî Rêjîma Îranê jî diyar kiribû wê li dijî wan li ber xwe bidin.

Cîhangirî ji Ajansa Nûçeyan ya Tasnîmê re ragihand ku heta niha jî wan çiqas neft ji aliyê bikiran ve hatibe xwestin wan firotiye.

Cihangirî her wiha got: Amerîkî ji ber piropagandayên xwe rastiyan nabînin.

Wî diyar kir ku bi gelek kompaniyên petrolê re danûstandin kirine û li ser firotana petrolê çareserî dîtine.

Dorpêçên nû piştî vê yekê ku Donald Trumpê serkomarê Amerîka, ji peymana navikî ya bi Îranê re vekişiya, dest pê kirin.

Amerîka li ser vê bawerê ye ku Îran li gor peymana “Bercam”ê reftar nedikir, herwiha dibêje ku Tehran piştgiriyê dide komên terorîstî li Yemen, Sûriye û Lubnanê û maka çêkirina şer û aloziyan e li devera Rojhilata Navîn de.