Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Berpirsên rêjîmê nerazîbûna mamosteyan bi karekî Popolîstane didine zanin

18:08 - 29 Tebax 2019

Kurdistanmedia: Berpirsên rêjîma Îranê, nerazîbûna mamosteyan bi karekî Popolîstane dizanin û dibêjin: “biryar di ser şeqaman de nayên danê”.

Rojek piştî wê ku mamoste û xanenişîn bi merema nerazînîşandan li hemberî hejarî û giraniyê, civîna nerazîbûnê birêvebirin, Elî Turkemen cihgirê bername darêtina Wezareta perwerde a rêjîmê got: “Ew cure civînane, zirarê bi rêza perwerdê di civakê de digihîn e û biryar dibe li pişt masê siyasetê bê danê, ne ser çeqaman”.

Navbirî, ew cure nerazîbûnên çavkanîdar ji dîdgeha Popolîstî li derheq perwerdê û hînkarinê nav biriye.

Ew cure tometbarkirin, ji aliyê karbidestên rêjîmê ve di halekê de ye ku, mamostayan di meha Cozerdana 1397`an de heya niha, bi lidar xistina çendîn civîn, nerazîbûna xwe li derheq kêmbûna mi`aş, giranî û pisgirêkên din ên perwerde ên wekî, xwendin bi zimanê zikmakî lidar xistine, lê heya niha tu kiryareke erênî ji aliyê rêjîmê ve bo çareserkirina pirsgirêkan nehatiye encam dan.