Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Beşdariya berpirsa giştî ya Yekîtiya Jinan di mêtînga Enter Nasyonala Sosyalîst

17:20 - 31 Çirriya pêşîn 2018

Kurdistanmedia : “Kejal Neqşbendî” berpirsa giştî ya Yekîtiya Jinên Demokrat a Kurdistana Îranê li dervey welat, beşdarî li mêtînga Enternasyonala Sosyalîst a Jinan kir li bajarê Biroksêl a welatê Beljîkê.

Di rojên 25 û 26 ê “October”a 2018`an mêtînga jinên Enternasyonala Sosyalîst bi beşdariya endamên vê rêkxirawê bi rê ve çû, ku pêk hatibû ji nûnerên gellek rêkxirawên jin ên cîhanê û Hizba Demokrata Kurdistana Îranê, û endamê mejîne yên vê rêkxirawê.

Binkeya sereke a vê rêkxirawê li bajarê New York a Wîlayetên Yekgirtî ên Amerîkayê ye, û her sê mehan carek li welatekî mêtîngê bi rê vê dibe, û tê de bas ji arîşeyên jinan tê kirin, û hewl bo çareseriya wan tê dan.

Mêtînga vê carê ji çend panêlan li ser arîşeyên penaber û koçberan pêk hatibû.

Panêla yekem: Jin di dema çûnê (hereket), nêrîna cinsiyetî di dema penabertiyê de, û bersivdana jeopolîtîkê

Duyem: Jin û koçberî, “watasazî” û lêkolîn

Sêyem : Belgeyên jinan di welatê wan bixwe de, bo vedîtina riyên baştir û êmintir bona berbirûbûna digel astengiyên ser riya wan.

Çarem: Ew sedemên ku jin welatê xwe bi cî dihêlin, sedem û ew astengiyên ku digel de berbirû ne.

Pêncem: Jin di demekê de ku diçne welatên din (Ewrûpa)yê, welatên Ewrûpî çawan mêvandariya jinên pênaber û koçber dikin.