Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bi bilind nirxandina yad û bîra şehîdên Mîkonosê, semînarek hate lidarxistin

19:15 - 17 Îlon 2019

Kurddistanmedia: Li binkeya sereke ya Partiya Demokrat, bi hilkefta 27`emîn salvegera terora “Dr. Sadiq Şerefkendî” û hevalên wî, semînarek hate lidarxistin.

Roja Duşemî 25`ê Xermanan, li binkeya sereke ya Partiya Demokrat, bo rêzgirtin li bîr û yada şehîdên Mîkonosê, semînareke taybet bo “Dr. Mîro Elyar” Cihgirê Berpisê Navenda Siyasî ya Partiya Demokrat hate pêkanîn.

Rêûresim bi xwandina marşa netewî a “Ey Reqîb” û ragirtina bîstekê bêdengî ji bo rêzgirtin ji canê paqij ê şehîdên Kurd û Kurdistanê dest pê kir.

Piştre jiyanameya rêberê şehîd, “Dr. Sadiq Şerefkendî” û hevalên wî hate pêşkêşkirin.

Paşê “Dr. Mîro Elyar”, di para yekim ya axavtinê xwe de, bi awayekî kurt awaya bûyera terora Mîkonos û meşa dadgehê bo li pey ketina wî bûyerê bo amadebûyan bas kir ku, çawa komara Îslamî hate tawanbarkirin.

Navbirî sedema sereke ya tawanbarkirina rejîma Îran û li pey ketina dadgeha Mîkonos bo wî keysê bo gefa terorîzma rejîmê bo ser hakimiyeta Ewropayê û gefên berdewam bo kuştina dadsitanê Mîkonosê bas kir. Di vê derheqê de axavtinê yekik li parêzerên keysa Mîkonosê anî ber bas ku gotibû: “berî dadgeha Mîkonosê, Ewropa bibû bi cih û warê bê yasa û rêsa û lêpirsîn bo terorîstên komara Îslamî bi merema kuştina çalakvanên opozisiyona xwe”.

“Dr. Mîro” di pareke din ya axavtinê xwe de îşare bi rola dadgeha Mîkonos li kurdtkirina destê terora rejîma Îranê li Ewropayê kir ku, bi sedema biryarara dadgehê ve heya çend sal beriya niha rejîma îslamî ya Îranê nekariye ti kiryareke terorîstî di nav axa Evropayê de encam bide.

Navbirî di dawiya axavtinê xwe de basa sedema bi sembolbûna Dr. Sadiq Şerefkendî kir û ragihand: “Di dîroka hereketa Kurd de, gelek caran hatiye dîtin ku rejîm ji bo jinavbirina hereketan cexta jinavbirrina rêberan daye ca çi bi kuştin be yan bi curek din be, û piştî nemana rêber, şoreş rastî aşbetaliyê hatiye. Lê Dr. Şerefkendî şanaziya dawîanîn bi wê diyardeya cergbir ya hereketa Kurdî bi navê xwe ve tomar kir”.